30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2015
ŞAM
Hat ragihandin ku hêzên Esed 11 moşek avêtin taxên Dumaya navçeya Şamê û di êrîşê de 47 kes mirin û ji sedî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl hilda hêzên rejimê 11 moşek avêtin taxên navçeya Dumaya ku li herêma Gutaya Rojavaya ser paytext Şamê ye. Di êrîşê de jin û zarok jî di nav de 47 kes mirin û ji sedî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Rayedaran destnîşan kir ku li derên moşek lê ketin xisara maddî çêbû û ekîbên parastina sivîl jî mirî û birîndarên di bin xirbeyan de derxistin.
Duh jî di êrîşeke ku balafira şer a artêşa Sûriyeyê bir ser taxên Dumayê de 14 sivîl hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.