26 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê der heqê Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de ji ber sûcê "Propagandaya rêxistina terorê kir" îdianame amade kir û jê re heta 7,5 salan cezayê hebsê xwest.
Di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê de hat destnîşankirin ji ber ku çalakiyên wê di xwe de tundiyê dihewînin divê PKK wekî rêxistina terorê were pênasekirin û wiha hat gotin: "Ji bo bidestxistina mafan bi her awayî rêyeke hiqûqî û meşrû heye. Ji ber vê qasê şidet bi tu awayî meşrû nîne."
Di îdianameyê de hat gotin ku berşik Elçî bixwe jî hiqûqnas e û wiha hat dewamkirin: "Wekî hiqûqnasekî divê bizanibe ku çi sûc e û çi sûc nîne. Ji aliyê dezgeha civakî ya ku lê ye, divê hesab bike ku gotinên wî dê li ser civakê çawa tesîr bike."
Di îdianameyê de ji bo berşik Elçî ji ber sûcê "Propagandaya rêxistina terorê kir" heta 7,5 salan cezayê hebsê hat xwestin. Îdianame şandin 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê.