Spor

Werzişvanên neteweyî li devê Gola Wanê antremanan dikin

Werzişvanên beşdarî Kampa Tîma Neteweyî ya Şiqitandina Biteker bûn li Tetwana navçeya Bidlîsê anteramanan dikin

Türkan Tosun  | 25.07.2019 - Rojanekırın : 26.07.2019
Werzişvanên neteweyî li devê Gola Wanê antremanan dikin

Bitlis

Werzişvanên beşdarî Kampa Tîma Neteweyî ya Şiqitandina Bitekerê bûn li Tetwana navçeya Bidlîsê anteramanan dikin ku di şampiyoniyên zivistanê da bi ser bikevin.

Ji 13 bajaran jê 16 mêr tevahî 21 werzişvan li navçeya Tetwanê di kampa ku ji hêla Federasyona Şiqitandinê ya Tirkiyeyê va hatiye lidarxistin da amadehiyê dikin.

Werzişvan li ber dîmenê Çiyayê Nemrûdê û Gola Wanê rojê du caran bi rêberiya rahênerên xwe antremanan dikin û dixwazin di pêşbirkan da madalyayan qezenc bikin.

- "Ewê Tirkiyeyê temsîl bikin"

Sedat Doymazê Midûrê Kampa Tîma Neteweyî ya Şiqitandina Biteker ji rojnamevanan ra daxuyand kampa wezişvanan di 17ê Tîrmehê da dest pê kiriye û wê di 7ê Tebaxê da dawî bibe.

Doymaz got hewa her çiqas germ be jî werzişvan baş dixebitin û wiha dewam kir: "Ewê di pêşbirkên navneteweyî yên sezona bê da Tirkiyeyê temsîl bikin. Em rojê du caran îdmanê dikin. Qeraxa Tetwanê cihekî baş e. Em li qeraxê di qadeke 8 kîlomêtroyî da antremanê xwe dikin."

- "Cihên em lê dixebitin cihên baş in"

Kordînatorê Kampê Erhan Dursun jî anî ziman ew li qeraxê antremanan dikin û wiha axivî: "Em li Deşa Rehwayê û Çiyayê Nemrûdê antremanan dikin. Cihên em lê dixebitin cihên baş in. Li gor min feydeya kampê wê ji werizşvanan ra bibe. Ez dixwazim careke din li Bidlîsê kampa havînê çêbibe."

- "Bi ya min werzişvanên biyanî jî wê vê derê hez bikin"

Rahênerê Kampa Tîma Neteweyî ya Şiqitandina Biteker Muhammet Kizilarslan ê ji Kastamonuyê hatiye jî got Bidlîs ji bo antremanan cihekî baş e, divê Kupaya Dinyayê ya Şiqitandina Biteker li wir bê kirin û wiha pê da çû: "Bi ya min werzişvanên biyanî jî wê vê derê hez bikin û bixwazin pêşbirk li vir bên kirin. Bi her tiştê xwe va welatekî nuwaze ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın