Tirkiyeyê Fransa 2-0 têk bir
Di hefteya sêyemîn a Seridandinên EURO 2020î da Tirkiyeyê Fransaya ku kir mêvan 2-0 têk bir û di koma xwe da bû yekemîn
Ankara
Di hefteya sêyemîn a Seridandinên Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2020î (EURO 2020) da Tirkiyeyê Fransaya ku kir mêvan 2-0 têk bir û di koma xwe da bû yekemîn.
Hefteya sêyemîn a seridandinên EURO 2020î bi 13 pêşbirkên komên C, E, H, I û Jyê va kuta bû.
Tîma Fitbolê ya Ayê ku di Koma Hyê da cih digre, li Stadyuma Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê Fransaya şampiyonê dawîn ê dinyayê kir mêvan. Tirkiye di deqîqeya 30yem a pêşbirkê da bi gola Kaan Ayhan û di deqîqeya 40em da bi gola Cengiz Under va Fransa 2-0 têk bir. Bi vê encamê va Tirkiye bi 9 pûanî va bû yekemînê komê.
Di pêşbirkên din ên komê da jî Îzlandayê Arnavutluka ku kir mêvan 1-0, Moldovayê jî Andoraya ku kir mêvan 1-0 têk bir û 3 pûan hilda.
Pêşbirka ku herî zêde tê da gol hatin avêtin jî ya Rûsya û San Marîno bû. Rûsyayê San Marînoya ku kir mêvan, 9-0 têk bir.
Encamên pêşbirkan wiha ne:
- Koma Cyê:
Estonya- Îrlandaya Bakur: 1-2
Belarus-Almanya: 0-2
- Koma Eyê:
Xirvatistan-Galler: 2-1
Azerbeycan-Macaristan: 1-3
- Koma Hyê:
Îzlanda-Arnavutluk: 1-0
Moldova-Andorra: 1-0
Tirkiye-Fransa: 2-0
- Koma Iyê:
Rûsya-San Marino: 9-0
Belçika-Kazakistan: 3-0
Îskoçya- Rêvebiriya Rûm a Kibrisa Başûr: 2-1
- Koma Jyê:
Fînlandiya-Bosna Hersek: 2-0
Ermenistan-Lihtenştayn: 3-0
Yunanistan-Îtalya: 0-3
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.