Tirkiyeya ku bi Tîma Neteweyî ya Bin Temenê 19an, di Leystikên Behraspî ya 17. de têkoşînê dide, di maça xwe ya dawîn a Gruba Ayê de Bosna Hersek 5 û 2 têk bir.
Di deqîqeya 14. de Gokhan Sazdag bi pasa Recep Niyazi gog hilda, li derveyî qada cezayê ji hêla rastê ve çeprast lêxist û bû gol: 1-0.
Di deqîqeya 18. de Bajic ji milê rastê ve kete qada cezayê, li hember qeleparêz bi lêdaneke xweş golek avêt: 1-1.
Di deqîqeya 27. de bi hemleya Bosna Hersekê ya nişkêve Popovic bi qeleparêz re rû bi rû ma, bi mudaxeleya qeleparêz Cantag Telem, Popovic li erdê ket. Di vê pozîsyonê de Andrea De marco karta sor nîşan da û biryara penaltiyê da.
Bajic di deqîqeya 30. de bi penaltiyê encam kire 2-1.
Di deqîqeya 39. de gava Recep Niyazi li ber kevana cezayê lêdana xwe ya serbest dikir, gog li dîrekê qelibî û kete ber devê qelê. Berk Îsmaîl Unsalê ku rind bala xwe dabû ser vê pozîsyonê, gog şande qelê: 2-2.
Gava di deqîqeya 43. de Okan Aydin bi pasa Sedat Yuce di nav kevana cezayê de gog hilda û ji benda parastinê filitand, şande qelê û rewş bû: 3-2.
Di deqîqeya 82. de Recep Niyazi li derveyî qada cezayê bi lêdaneke hişk ve gog şande qeleyê lê qeleparêz destûr neda. Gog ji qeleparêz pekiya û Îbrahîm Coşkun gog şande qelê û ferq derxiste 2an. Her wiha rewş bû: 4-2.
Dema di deqîqeya 86. de paseke dirêj hat avêtin, li gel qeleparêz Plakalo, Atabey Çîçek jî çû gogê û ber şaşiya qeleparêz gog avête qeleya vala: 5-2.
Ji ber ku di deqîqeya 27. de Cantug Temel qarta sor xwaribû, tîma Tirkiyeyê 63 deqîqeya bi deh kesî lîst lê dîsa jî, ji maçê 5-2 serketfî derket.