Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2020î
Di şampiyoniyê da ji koma D û Eyê 3 pêşbirk wê bên kirin
Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Di Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2020î da (EURO 2020) kelecan wê bi 3 pêşbirkên di koma D û Eyê yên sibê bên lîstin da dewam bike.
Pêşbirka ewil a rojê wê di koma Dyê da di navbera Îskoçya û Çekyayê da çêbibe. Pêşbirkê li Glasgowa bajarê Îskoçyayê di Parka Hampdenê bi saeta Tirkiyeyê di saet 16.00î da dest pê bike.
Pêşbirka duyem a sibê wê di koma Eyê da di navbera Polonya û Slovakyayê da çêbibe. Pêşbirkê li Saînt Petersburga bajarê Rûsyayê di Stada Saînt Petersburgê bi saeta Tirkiyeyê di saet 19.00î da dest pê bike.
Pêşbirka sêyem a sibê wê di koma Eyê da di navbera Îspanya û Swêdê da çêbibe. Pêşbirkê li Sevîllaya bajarê Îspanyayê di Stada La Cartujayê bi saeta Tirkiyeyê di saet 22.00î da dest pê bike.