Şampiyoniya Cîmnastîkê ya Artîstîk ya Jinan a Ewropayê
Di nav ciwanan da Werzişvana neteweyî Derîn Tanriyaşukurê madalyaya bronz qezenc kir
Mersin
Werzişvana neteweyî Derîn Tanriyaşukurê di Şampiyoniya Cîmnastîkê ya Artîstîk ya Jinan a Ewropayê ya li Mersînê hat lidarxistin da madalyaya bronz qezenc kir.
Pêşbirk li Salona Cîmnastîkê ya Olîmpîk hat lidarxistin û werzişvanan hewl da ku ew di fînala aletên şexsî da bibin şampiyon.
Derîn Tanriyaşukura di Tîma Neteweyî ya Cîmnastîkê ya Artîstîk da ye di aleta paralel a asîmetrîk da 12050 puan hilda û bû 3yemîn.
Tanriyaşukurê di pêşbirkê da madalyaya bronz qezenc kir.
Di pêşbirkê da Ana Barbosuya ji Romanyayê 13450 puan hilda bû yekemîn û madalyaya zêr qezenc kir. Sara Sulekîca ji Xirvatîstanê jî 12400 puan hilda bû duyemîn û madalyaya zîv qezenc kir.