Abdullah Tel
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
GAZÎANTEP
Îlayda Aynur Gîrgîna 13 salî ya ku li Entabê dijî û 2 sal berê dest bi atletîzmê kir heta niha gelek serfirazî bi dest xist.
Îlayda Aynur a cara ewil di bijarteyên dibistanê da hat ferqkirin heta niha 2 jê şampiyoniya Tirkiyeyê 19 madalya qezenc kir.
Gîrgîna ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ew ji hêla antronora xwe va cara ewil di bijarteyên dibistanê da hat ferqkirin û niha armanca wê ya herî mezin jî şampiyoniya olîmpiyatê ye.
Antrenor Aynur Erdoganê jî destnîşan kir ku wê dema Îlaydayê ji bo amadekirina pêşbirkan hilbijart rastî gelek bertekan hat û kêsî hêvî nedikir ku ewê serfiraziyek bi dest bixin.
Erdoganê got ku sporvana wê pir biezm e û wiha pê da çû: "Tu carî ji antrenmanên xwe paşve nema. Min jê ra çi got bi cih anî. Pir biezm û azwer bû. Ya ku wê ber bi serfiraziyê bir yek ev bû. Ez dixwazim şampiyoniyên Tirkiyeyê bila bidome û li derva jî nûneriya welatê me bike. Ew bi serkeftina xwe ji bo hevalên xwe yên dibistanê jî bû mînak."