Türkan Tosun
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
HAKKARÎ
Werzişvanên li Yuksekovaya Hekariyê werzişa xweşiqitandinê dikin di pêşbirkên asta 1emîn a Lîga K1yê ya Beza Xweşiqitandinê de gelek serkeftî bûn û 6 madalya qezenc kirin.
Federasyona Xweşiqîtandinê ya Tirkiyeyê di navbera 12-14ê çileya pêşîn de li Erziromê pêşbirkek li dar xist.
13 werzişvanên ji Yuksekovayê jî beşdarî vê pêşbirkê bûn û 6 madalya qezenc kirin. 2 werzişvan bûn yekemîn, yek bû duyemîn û 3 kes jî bûn sêyemîn.
Werzişvanên ku di nav wan de yên werzişvanên neteweyî jî hene û rahênerê wan Bayram Oren e li nêzîkî gundê Guçluyê amadehiyan dikin û beşdarî pêşbirkan dibin.
- "Em ji ber zarokên xwe serbilind din"
Rahêner Bayram Oren ji nûçegihanê AAyê re got ew ji ber serkeftina werzişvanan kêfxweş in û wiha axivî: "Em ji ber serkeftina werzişvanên xwe gelekî kêfxweş in. Gelek motîvasyonê va çûn pêşbirkê, Bi melzemeyên bi qalîte va piştgiriya wan tê kirin. Ji ber vê jî madalya qezenc kirin. Em ji ber zarokên xwe serbilind din. Roja din werzişvanê me Zana Oztunç li Avusturyayê li ser navê Tirkiyeyê di qada Bîatlonê de rekorek bi dest xist. Hemû werzişvanên me xwe bawer in û jîr in. Bi îzna Xwedê wê zedetir madalya bên. Armanca me di vê sezonê de 60 madalya bidestxistine"
Oren ji ber piştgiriya Qaymeqam Mahmut Kaşikçi spasiya wî jî kir.
Orhan Orenê eqrabayê Bayram Oren e û werzişvane jî got wan bi saya rahêner Oren dest bi vî werzişî kirine û ewê zêdetir serkeftî bibin.