Spor

Pêşiyê karate kirin paşê govend gerandin

Bestami Bodruk  | 26.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Pêşiyê karate kirin paşê govend gerandin

Diyarbakir

 Li Çêrmûka navçeya Diyarbekirê "Turnûvaya Karateya Herêmê ya Kevnare ya Çêrmûkê" hat kirin. Werzişvanên ku ji 12 bajarên cuda beşdarî turnûvayê bûn, piştî misabeqeyan govend gerandin.

Turnûva bi piştgiriya Wezareta Ciwanî û Werzişê, Federasyona Karateyê ya Tirkiyeyê, Qaymeqamtiya Çêrmûkê, Şaredariya Çêrmûkê û pêşengiya Midûriya Navçeyê ya Ciwanî û Werzişê hat lidarxistin û ji 12 bajaran 550 werzişvan beşdar bûn.

Turnûva îsal cara sêyemîn e ku tê lidarxistin û misabeqeyan du rojan dewam kirin.

Madalyon dan zerzişvanên ku serkeftî bûn.

Qaymeqamê Çêrmûkê Adem Karataş ji nûçegihanê AAyê ra got ku di çarçoveya turnûvayê da wan mazûvaniya 550 werzişvan, antrenorên wan û malbatên wan kir.

Karataş daxuyand ku Çêrmûk li Diyarbekirê bi xweşikahiyên xwe yên siruştî va dertê pêş û wiha dewam kir:

"Em girîngiyeke mezin didinê ku zarokên me di qada sportîf da fealiyetan bikin. Di vê çarçoveyê da turnûvaya me pêk hat. Piştî turnûvayê werzişvanan tev govend gerandin. Em pir şad bûn. Hemû mil dane hev û ketin govendê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.