Çiyagerên neteweyî Findik û Aktuyun li Hekariyê hilkişiyan serê "Qûleya Cafer"
Tunç Findik û Zorbey Aktuyun ku ji bo diyarkirina rotayên nû hatin bajêr, bi hilkişîna teknîkî va ya 4 saet kişand derketin serê tehtê ku bi qasî tê zanîn cara ewil di 1966an da Doug Scottê Îngiliz û ekîba wî derketin ser

Hakkari
Tunç Findikê werzişvanê Tirk ê yekem ê ku bi awayekî serkeftî projeya "14x8000" temam kir ku di branşa çiyageriyê da wekî "şampiyontiya olîmpiyatê" tê zanîn û li dinyayê bi tenê 49 kesan temam kiriye, tevî çiyagerê neteweyî Zorbey Aktuyun li Çiyayên Cîloyê yên li Hekariyê derketin ser wî tehtî ku wekî "Qûleya Cafer" tê zanîn.
Hekariya ku di turîzma siruştê da van salên dawîn bûye rotaya nû ya turîstên xwemalî û biyanî, bi gelek zîrwe û parkûrên xwe yên xwezayî va çiyageran cezb dike.
Hekariya ku ji parêzgehên herî asê yên welêt e û bi erdnîgariya xwe va derfetê dide werzişên siruştî, van rojan hezjêkerên zîrweyan diezimîne ku di nav wan da çiyagerên herî baş ên Tirkiyeyê jî hene.
Çiyagerên neteweyî Findik û Aktuyun yên ku ji bo neqandina rotayên nû û hilkişîna serê çiya û tehtan hatin Hekariyê, tevî Haci Tansuyê Serokê Kuluba Çiyagerî û Werzişên Siruştî yên Cîloyê çûn Geliyê Cenet Cehenemê.
Çiyagerên ku Tansu jî hevaltiya wan kir, piştî hilkişîna 2 saet û nîvan li Çiyayên Cîloyê yên ku bi biryara Serokomariyê wekî "Herêma Parastin û Pêşxistina Çand û Turîzmê" hat îlankirin, gihîştin cem tehtê ku ji hêla şêniyên deverê wekî "Qûleya Cafer" tê binavkirin.
Findik û Aktuyun piştî kutakirina amadekariyên xwe, bi hilkişîna teknîkî va ya 4 saet kişand derketin serê teht.
Çiyager piştî ku qederekê li serê teht man, cardin dageriyan. Hilkişîn û dagerana dijwar a çiyageran ji hêla ekîba AAyê hat kişandin.
Tunç Findik diyar kir ku ew derketin serê Qûleya Cafer û wan rojeke xweş derbas kir.
Findik bal kişand ku Aktuyun ji çiyagerên herî baş ên Tirkiyeyê ye û wiha dewam kir, "Ev der cihekî pir xweş e. Ev der tam erdnîgariyeke çiyayan e, erdnîgariya Alpan. Li Alpan çi hebe, hemû li vir jî hene."
Zorbey Aktuyun jî bal kişand ku hilkişîna vî tehtî xeyalê wî yê ciwaniyê bû û lewma ev demeke dirêj e ku wî bi Findik ra plana hilkişînê dikir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.