BÎTLÎS
Muezinê Bitlîsî Vedat Çam, li Meletiyê di 1em Turnûwaya Navneteweyî ya Kişikê ya Mişmişa Zêrîn de bû şampiyon.
Vedat Çamê ku li navenda bajêr di Mizgefta Kizilmescîtê de muezintiyê dike, li Meletiyê li gel 191 lîstikvanên ji 10 welatên cuda beşdarî turnûvaya kişikê bû. Çam, di 7 lîstikan de bi ser ket, di 2 lîstikan de jî beramber ma û bû şampiyon.
Çam ji AAyê re daxuyand ku ew 7 sal e ez muezintiyê dike û di wextê xwe yê vala de li gel hevalên xwe bi kişikê dilîze û wiha dewam kir: "Ez ji zû de ye bi kişikê dilîzim. Ez beşdarî turnûwayê bûm û bûm şampiyon. Li ser navê mizgefta xwe û cemaeta xwe gelekî kêfxweş im."
Vedat Çam da zanîn ku dê pêlîstina xwe ya kişikê bidomîne û ji bo serkeftinên mezintirîn dê beşdarî turnûwayên neteweyî û navneteweyî bibe.