Li Meletiyê Qaymeqamtiya Yeşîlyurtê bi navê "Alîkariya Kal û Pîran" projeyek da destpêkirin. Li gor vê projeyê 3 kes her hefte diçin mala 49 kal û pîran û karê wan dikin.
Weqfa Hevkariyê û Alîkariyê ya Civakî ya Yêşîlyurtê serokatiya vê projeyê dike.
Qaymeqamê Yeşîlyurtê Nesîm Babahanoglu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew him alîkariya kal û pîran û him jî ya astengdaran dikin.
Babahanoglu wiha axivî: "Ji 41 malbatan bi giştî em alîkariya 49 kal û pîran dikin. Me du jin û mêrek, ango 3 kes ji bo vî karî wezîfedar kirin. Ew di heftê de carekê diçin mala van kesan paqijiya wan dikin, cil û bergên wan dişon, xwarina wan çêdikin, utûya wan dikin û malên wan boyax dikin. Ev kes esl û mezinên me ne û em destê dewletê ya bişewqet dirêjî wan dikin."
- Kal û pîr ji vê projeyê kêfxweş in
Bekîr Çilginê 82 salî got ku ew ji vê projeyê kêfxweş e û wiha axivî: "Hûn her çiqasî bibin qaymeqam an paşa jî hûnê jî wekî me di dawiyê de bibin kal û pîr. Ev emrê Xwedê ye. Ez spasiya wan kesan dikim ku xizmeta me dikin.
Elîf Aslana 75 salî jî got ku wezîfedar tên cilê wê dişon, mala wê boyax dikin û wiha dewam kir: "Tên paqijiya mala min dikin. Xwedê ji wan razî be li kal û pîran miqat dibin, bêxwedî nahêlin. Kincên me utû dikin."
Yaşar Karlidag (64) û Perîhan Yaşarê (85) jî gotin ku ew ji ber ku xwarina wan çêdibe û mala wan tê paqijkirin pir kêfxweş in.