McGregor teqawid bû
Werzişvanê Îrlandayî Conor McGregor li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ku teqawid dibe
Ankara
Werzişvanê Îrlandayî Conor McGregor teqawid bû.
Conor McGregor (30) li ser hesabê xwe yê Twîtterê biryara xwe ya teqawidbûnê wiha parve kir: "Ez ji werzişa ku wek hunerên şer ên têkel tê zanîn teqawid dibim. Ji hemû hempîşeyên xwe yên berê yên vê werzişê dikin ra serkeftinê dixwazim."
McGregor di vê werzişê de yek ji wan werzişvanê herî navdar e. Di sala 2012an da di organîzasyona Cage Warrîorsê da bû şampiyon.
Di organîzasyona UFCê (Ultimate Fighting Championship) da jî werzişvanê Îrlandayî McGregor dîsa bû şampiyon.
McGregor Di sala 2017an da dest bi werzişa boksê kir. Di tecrubeya xwe ya ewil da McGregor di hemû pêşbirkan da bi ser ket, lê werzişvanê Amerîkî Floyd Mayweather ew têk bir.
Herî dawîn par di pêşbirka siqleta sivik da werzişvanê Misilman Khabîb Nurmagomedov ew têk biribû.