Jiyan

Li devê Çemê Munzurê kêfa zeplînê

Li Tunceliyê îstgeha zeplînê ya li devê Çemê Munzurê hatiye avakirin bala welatiyan dikşîne

Türkan Tosun  | 18.05.2019 - Rojanekırın : 21.05.2019
Li devê Çemê Munzurê kêfa zeplînê

Tunceli

Li Tunceliyê îstgeha zeplînê ya di bin banê Navenda Sporên Avê ya Qaymeqamê Şehîd Muhammet Fatîh Safîturk da hatiye avakirin bala welatiyan dikşîne.

Bi hevkariya Waliyê Tunceliyê Tuncay Sonel û Ajansa Pêşketinê ya Firatê devê Çemê Munzurê li taxa Anafarmayê Navenda Sporên Avê ya Qaymeqamê Şehîd Muhammet Fatîh Safîturk da hat avakirin.

Li navendê werzişên wek raftîng, kano, zeplîn, ajotina duçerxeyan tên kirin û li qadê kon tên vegirtin.

Qada zeplînê ya 330 mêtro û bilindahiya wê 12 mêtro ye ji bo kesên vê werzîşê hez dikin cihekî xweş e.

Nazim Arslanê rêvebirê Navenda Sporên Avê ya Qaymeqamê Şehîd Muhammet Fatîh Safîturk û Serokê Kluba Sporên Adrenalîn û Xwezayê ya Munzurê (MADOSK) got li Tunceliyê di salên dawîn da ji ber rewşa ewlehî û aramiyê eleqeya li ser werzişên av û xwezayê jî zêde bûye.

Arslan got wan ev der ji bo turîstan û kesên vê werzişê hez dikin bi awayekî baş amade kiriye û wiha axivî: "Bi ya min feydeya wê digihêje turîzma bajarê me. Zeplîn projeyeke me dixwest ku em bikin bû û em bi serkeftî jî bûn. Ji bajarên Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Enqere, Stenbol û Îzmirê bi turan, ji bajarên wek Elezîz, Erzingan, Meletî û Bîngolê jî rojane mirov tên ji bo zeplînê. Tuncelî di turîzmê da bû marqeyek. Bi taybetî di werzişên xwezayê û turîzma xwezayê da em xwedî hêzekê ne. Di raftîngê da parkura herî dirêj ya me bû. Di zeplînê da jî parkura herî bilind ya me ye. Me parkura zeplînê ya 165 mêtro dirêj û 12 mêtro bilind ava kir."

- "Mirov divê vê xwezaya nuwaze bibînin"

Nurgul Yalaya cara ewil vê werzişê dike got divê her kes vê kelecanê bijî û wiha dewam kir: "Mirov divê vê xwezaya nuwaze bibînin."

Elîf Aricaya ku ji Batmanê hatiye Tunceliyê ku vê werzişê bike jî wiha got: "Cara ewil min werzişa zeplînê kir. Ez pir kelecanî bûm, lê xweş bû. Ji vir pê va li her derê dema ez rastî bêm ezê zeplînê bikim."

- "Bi nasandineke baş va zêdetir mirov wê bên Tunceliyê"

Îbrahîm Halîl Gunduz jî got ew ji Batmanê hatiye û wiha pê da çû: "Bi ya min Tuncelî ji hêla turîzmê va zêdetir xwedî potansiyelê ye. Bi nasandineke baş va zêdetir mirov wê bên Tunceliyê û pêşdaraza wan dikare ji holê rabe. Jixwe piştî hatin her tişt bi çavan eyan e. Min cara ewil zeplîn ceriband, pir kelecan bû. Ezê careke din jî bikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın