Jiyan

Tehma li ser rêya tescîlkirinê di remezanê da hênik dike

Peqlaweya sar a ku hosteyên şirînahiyê havînê çêdikin ji bo kesên dixwazin di remezanê da hênik bibin tiştekî nedîtî ye

Haydar Şahin  | 17.05.2019 - Rojanekırın : 19.05.2019
Tehma li ser rêya tescîlkirinê di remezanê da hênik dike

Diyarbakir

Peqlaweya sar a ku hosteyên şirînahiyê havînê çêdikin ji bo kesên dixwazin di remezanê da hênik bibin tiştekî nedîtî ye.

Hoste ji şîr hevîrhasil dikin, hevîrê xwe tenik tenik vedikin fistiq an jî gûzan dixin nav, di siniyê da bi cî dikin û sor dikin.

Di peqlaweya sar da rûn û şekir kêm e, şerbeta wê ji şîr çêdikin, diavêjin cemedangê û rojekê di wir da disekine. Roja din kakaoyê û toza çîkolatayê li ser direşînin û serwîs dikin. Ji bo ku di rojên germ ên havînê da were xwarin peqlaweya sar tê çêkirin û welatî eleqeyeke mezin nîşan didin.

Hoste ji bo xwe bi sîparîşa peqlaweya sar ra bigihînin xwe li ber hev diguherînin. Li ser daxwazê peqlaweya sar dişînin Enqere, Stebol û bajarên din ên Tirkiyeyê.

- "Ji bo remezanê girîng e"

Muhammed Çîçekê rayedarê saziya ji bo tecîla peqlaweya sar serî lê xistiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rûn û şekirê peqlaweya wan kêm e, bi şerbata şîr va çêdikin, tehma xwe cuda ye û ji ber vê jî eleqeyê dibîne.

Çîçek diyar kir ku ji bo patenta peqlaweya sar bistînin serîlêdan kirin û got, "Di hewaya germ da merivan hênik dike. Ne bi tenê li Diyarbekirê li tevahiyê Tirkiyeyê eleqeyê dibîne".

Çîçek destnîşan kir ku ji vir 5 meh berê serî li Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê xistin û wiha pê da çû: "Piştî zebeşê Diyarbekirê, penêrê hûnayî û qedayîfa badayî heke peqlaweya sar jî were tescîlkirin welatiyê memnun bibin."

Îhsan Alnaçê hosteyê peqlaweyê jî got ji ber ku merivan naêşîne û tehma wê xweş e eleqeyê nîşan didin û wiha axivî: "Em dikarin bêjin xwarina teze. Lewra mirov êdî li şirînahiyên sivik digerin. Înaşaellah ewê li ser navê Diyarbekirê were tescîlkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın