Jiyan

Ji bo kurê xwe û ciwanên astengdar kluba werzişê ava kirin

Yasin Dikme  | 14.08.2022 - Rojanekırın : 15.08.2022
Ji bo kurê xwe û ciwanên astengdar kluba werzişê ava kirin

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê Fatma Zaloglu û mêrê wê Mehmet Zaloglu ji bo kesên çavên wan jî wek çavên kurê wan nabînin bikaribin werzişê bikin klubeke perwerdeyê ava kirin.

Dê û bavên Omer Zaloglu (17) dema dîtin ku kurê wan piştî werzişê gelekî baş guherî 2 sal berê biryar dan ku bi navê "Kluba Werzişê ya Kesên Çavên Wan Nabîne ya Bibe Ronahiya Min" ava kirin û di 8 bin beşên werzişê da dest bi perwerdeyeke bêpere kirin.

Di klubê da perwerdeya werzişên wek basketbol, judo, golbol, halter, atletîzm û avjeniyê tên dayîn.

Ciwanên li vir perwerdeyê dibînin beşdarî pêşbirkan dibin û bi serkeftinên xwe va dibin serfiraziya malbatên xwe.

- "Em dixwazin zarokên me yên xwedî qabiliyet beşdarî tîma neteweyî bibin"

Seroka Klubê Fatma Zalogluyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku kluba wan 2 sal berê hat avakirin, wan gelek karên serkeftî kir û ciwan û malbatên wan jî piştgiriyê didin van xebatan.

Zaloguyê got divê malbat zarokên xwe bişînin perwerdeya werzişê û wiha axivî: "Em dixwazin zarokên me yên xwedî qabiliyet beşdarî tîma neteweyî bibin. Me di demeke nêzîk da dest bi vî karî kir, lê me serkeftinên girîng bi dest xist. Di 8 binbeşan da perwerde tên dayîn. Gelek werzişvanên me di 2 werzişên cuda da perwerdeyê dibînin. Ji 50 endamên me jê 20 kes di demeke kin da bûn werzişvanên xwedî lîsans. Armanca me ew e ku em xwe bigîhînin hemû zarokên astengdar û malbatên wan ku ew beşdarî civakê bibin."

Alîkarê Serok Mehmet Zaloglu jî got ew dixwazin alîkariyê bidin dahatûya zarokan.

Zaloglu anî ziman ku zarok û ciwanên werzişê dikin dikari him bajêr û him jî welêt baş temsîl bikin.

- Werzişvan kêfxweş in

Omer Zalogluyê kurê wan jî got ew bi saya werzişê jiyanê hez dike û wiha axivî: "Par di atletîzmê da ez bûm duyemînê Tirkiyeyê. Ez werzişê dikim. Înşallah salên bên di tîma neteweyî da ez bikaribim serkeftinên baş bi dest bixim."

Ahmet Furkan Tagazê çavên wî nabînin jî got ew werzişa halterê pir hez dike, armanca wî ew e ku ew di tîma neteweyî da cih bigire.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.