Ankara
Galatasarayê di hefteya 17emîn a Liga Super da bi golên Yunus, Sara û Icardî va tîma Kasimpaşayê bi 3-0 têk bir.
Pêşbirk li Stada RAMS Parkê hat lîstin.
Di deqîqeya 10emîn da Yunus Akgun golek avêt û Galatasaray bi 1-0 pêş ket.
Nîva ewil a pêşbirkê bi 1-0 serkeftina Galatasarayê va dawî bû.
Di nîva duyem a pêşbirkê da Gabrîel Sara di deqîqeya 82yemîn da û Mauro Icardî jî di deqîqeya 88emîn da gol avêtin û Galatasaray bi 3-0 serkeftinê va ji qadê çû.
Tîmê bi vê encamê va serkeftina xwe ya 13emîn a di lîgê da bi dest xist. Di beşa mayî da jî bi 3 beranberî û têkçûnekê va Galatasarayê puana xwe derxist 42yan.
Kasimpaşa jî cara 8emîn têk çû û di 15 puanan da ma.
Galatasaray wekî pêşengê lîgê dest bi betlaneya nîvê sezonê kir û 3 puan li pêşiya hevrikê xwe yê herî nêzîk Fenerbahçeyê ye.
Mauro Icardî di Lîga Super da cara 60emîn gol avêt û bû futbolîstê biyanî yê herî baş ê di lîgê da golan davêje yê hemû deman.
Yunus Akgunê di Lîga Super da gola xwe ya 3yemîn avêt jî hejmara golên xwe yên di pêşbirkên fermî yên vê sezonê da gihand 5an.
