Spor

Di tîma Galatasarayê da futbolîstê ku di nîva ewil a sezonê da herî zêde gol avêt Icardî ye

Emrah Oktay  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 26.12.2025
Di tîma Galatasarayê da futbolîstê ku di nîva ewil a sezonê da herî zêde gol avêt Icardî ye

Istanbul

 Di tîma Galatasarayê ya ku nîva ewil a Lîga Super a Trendyolê wekî pêşeng temam kir da Mauro Icardî bû futbolîstê ku herî zêde gol avêt.

Nîva yekem a sezona Lîga Super a 2025-2026an a ku 18 tîm ketin pêşbirkê, piştî 17 hefteyan bi dawî bû.

Galatasaray bi 39 golan va di nîva ewil a lîgê da bû yek ji du tîmên ku herî zêde gol avêtin.

Ji 26 futbolîstên ku di 17 pêşbirkên ewil ên Galatasarayê da cih girtin, jê 11 futbolîstan gol avêtin.

Futbolîstê Arjantînî Mauro Icardî yê ku seqet bûbû, piştî demeke dirêj vegeriya. Icardî di nîva ewil a sezonê da 9 gol avêt û bû futbolîstê ku herî zêde gol avêt yê tîmê.

Piştî Icardî, Vîctor Osîmhen û Leroy Sane yên ku her yekî 6 gol avêtin di rêzê da tên.

Bariş Alper Yilmaz 4, Yunus Akgun û Eren Elmali 3, Gabrîel Sara û Îlkay Gundogan 2 û Lucas Torreîra, Roland Sallaî û Davînson Sanchez jî golek avêtin.

Di pêşbirka hefteya duyemîn a li dijî Misirli.com.tr Fatih Karagumrukê da jî Fatîh Kurucukê ji tîma Galatasarayê golek avêt qeleya xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın