
Abu Dhabi
Di Lîga Ewropayê ya THYê ya Basketbolê ya 2024-2025an da, Fenerbahçe Beko bû şampiyon, kûpaya şampiyontiyê bilind kir.
Fenerbahçe Beko, di fînala li Etihad Arenaya li Abû Dabiya paytexta Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî hat kirin da Monacoyê 81-70 têk bir.
Piştî pêşbirkê Fenerbahçe Bekoyê bi merasimekê kûpaya xwe hilda.
Ji kaptanên tîmê Melih Mahmutoglu kûpaya Fenerbahçe Bekoyê wergirt û da destê Marko Guduri. Kûpa di destê basketbolvanê Sirpî da bilind bû.
Serantrenor Sarunas Jasikevicius jî bi kêfxweşî serok Ali Koç hembêz kir, şampiyontî pîroz kirin.