Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya 7emîn dest pê kir

Istanbul
Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya 7emîn li Stenbolê dest pê kir.
Mihrîcana ku ji hêla Yekîtiya Etnospor Dinyayê va li Balafirgeha Ataturkê hat lidarxistin wê 4 rojan dewam bike.
Ajansa Anadoluyê (AA) şirîkê mihrîcanê yê ragihandina global e ku ji 35 welatan beşdar wê beşdarî mihrîcanê bibin.
Li mihrîcanê di bin sernavên cûrbecûr da gelek çalakiyên wekî werzîş û lîstikên kevneşopî, hunerên kevneşopî, gastronomî û hunerên dikê werin lidarxistin.
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Serokê Yekîtiya Etnospor Dinyayê Bilal Erdogan û nûnerên gelek welatan beşdarî merasima vekirinê bûn.
Endamên protokolê di bernameya ku li ber Konê Hanê hat lidarxistin da qordele birîn û merasima vekirinê ya mihrîcanê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.