Beşîktaş û MKE Ankaragucu wê sibê bên pêşberî hev

Istanbul
Tîma Beşîktaş û MKE Ankaragucuyê di hefteya 14emîn a Lîga Super ya Trendyolê da wê sibê li Enqereyê bên pêşberî hev.
Pêşbirk wê di saet 19.00an da li Stada Eryamanê çêbibe.
Hekem Zorbay Kuçuk wê pêşbirkê bi rê va bibe.
Piştî ku rahêner Riza Çamlibay dest bi wezîfeyê kir, Beşîktaş di 2 maçên lîgê da jî bi ser ket. Beşîktaş 8 caran bi ser ket, 4 caran têk çû û carekê jî beranber ma û 25 puan bi dest xist.
Tîma Beşîktaşê bi 25 puanan va di rêza 3yemîn da cî digire.
Fitbolîst Arthur Masuaku, Valentin Rosier, Milot Rashica, Rachid Ghezzal, Jean Onana û Eric Bailly ji ber ku tedawiya wan dewam dike wê di vê pêşbirkê da cî negrin.
Der barê rewşa Tayfur Bîngol da jî hê agahî nehat dayîn.
Rewşa Danîel Amartey jî ne diyar e, lê beriya pêşbirkê kontrola tenduristiyê wê bê kirin û rewşa wî wê paşê eşkere bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.