Ekip
03 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
ANKARA
Îdianameya bingeh a li ser çalakiyên li Sererkaniyê yên di hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya FETOyê da ya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir û ji 2 hezar û 581 rûpelan pêk tê şandin dadgehê. Di îdianameyê da şikbarê sereke Fetullah Gulen tê nîşandan.
Di îdianameya bingeh a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê hewla derbeya FETOyê ya 15ê Tîrmeha 2016an da ji ber çalakiyên li Serokatiya Sererkaniyê amade kir da 38 gumanbarên hat tespîtkirin endamê "Konseya Sulhê ya Welêt" in û endamên eskerî yên FETOyê ne cih digirin. Li gor vê di Konseya Sulhê ya Welêt da Akin Ozturk, Ahmet Bîcan Kirker, Ahmet Ozçetîn, Alî Kalyoncu, Alî Osman Gurcan, Alî Yazici, Bîlal Akyuz, Cemîl Turhan, Dogan Ozturk, Erhan Caha, Ertugrul Terzî, Firat Alakuş, Gokhan Şahîn Sonmezateş, Hakan Evrîm, Halîl Gul, Îlhan Talu, Kubîlay Selçuk, Mehmet Dîşlî, Mehmet Partîgoç, Mehmet Şahîn, Muhsîn Kutsî Bariş, Murat Aygun, Murat Koçyîgît, Mustafa Bariş Avialan, Muzaffer Duzenlî, Orhan Yikilkan, Osman Kardal, Osman Kiliç, Osman Unlu, Omer Faruk Harmancik, Ozcan Karacan, Ozkan Aydogdu, Ramazan Gozel, Savaş Kabakli, Semîh Terzî, Sînan Surer, Turgay Sokmen û Unsal Coşkun hene.
Di îdianameya bingehîn a li ser çalakiyên li Sererkaniyê yên di hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya FETOyê da ya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir da 221 şikbarên 1 orgeneral, 3 korgeneral, 4 tumgeneral, 16 tuxgeneral, 3 tuxamîral, 26 mîralay, 27 yarbay, 37 bînbaşî, 21 yuzbaşî û yên din jî rutbeyên binî pêk tên. Ji şikbaran 199 kes girtî ne 8 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest in. Der heqê 15 şikbarên fîrarî yên ku Fetullah Gulenê serkêşê rêxistinê jî tevî wan e da jî biryara derdestkirinê heye.
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman wiha got: "Serdozgeriya me ya Komara Enqereyê ji bo ku endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî cezayê ku heq kirine bibînin, wê wezîfeya xwe bi biryar û aktîf dewam bike."