2017 ж. 02 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 02 сәуір
ANKARA
Azmûna Zimanê Biyanî (YDS) dest pê kir.
Azmûna YDSyê ku bi destê Navenda Pîvan Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) tê kirin, di saet 10.00an da dest pê kir. Azmûnê 3 saetan (180 deqîqe) bajo.
Namzedên ku serê dibê hatin ciyê azmûnê, piştî kontrola nasname û ewlekariyê derbasî salonên azmûnê bûn. Deriyên avahiyên ku azmûn lê tê kirin di saet 09.45an da hatin girtin, yên ku piştî vê saetê hatin bernedan hundir.
Azmûna YDSyê ya Serdema Biharê ji zimanên wekî almanî, erebî, bulgarî, çînî, danîmarkî, ermenîkî, farisî, gurcîkî, holandî, îngilizî, spanyolî, îtalyanî, japonî, koreyî, lehî, macarî, portugalî, rûmenkî, rûsî, sirbî, ukraynakî û yûnanî pêk tê.