Tirkiye

Xebata jinan a ji bo îsotê

Îsota xwarina sereke ya mitqfaxa Şanliurfaya ku çanda xurek lê dewlemend e piştî xebateke dijwar tê ser sifreyan û ji bo jinan dibe îmkana debarê.

Haydar Şahin  | 18.09.2018 - Rojanekırın : 20.09.2018
Xebata jinan a ji bo îsotê

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Îsota xwarina sereke ya mitqfaxa Şanliurfaya ku çanda xurek lê dewlemend e piştî xebateke dijwar tê ser sifreyan û ji bo jinan dibe îmkana debarê.

Jinên ku îsota nîşaneya bajêr amade dikin guh nadin tûjbûna îsotan, ji bo perwerdeya zarokên xwe û debara malê ji destpêka rojê hetanî êvarê xebata xwe didomînin.

Di nîsanê da dest bi ajotina bîberan dikin û di tebaxê da dest bi herhevkirina wan dikin û li qada li Sirrîna taxa Xelîliyeya navçeya Şanliurfayê di encama xebatên jinan da tên hişkkirin û ji bo sifreyan dibin îsot.

Ji bo destan bîberan qetqetî dikin û ji bo hişk bibe li ser naylonan radixin, piştî ku rengê wan diguhere jî ji makîneyê ra derbas dikin.

Bîberan bi rûnê zeytûnan li hev dixin û tehma wan xweş dibe, rengê wan dibiriqe.

Dahata jinan li gor mîqtara bîberên ku paqij kirine diguhere. Xwendekarên qîzîn ên ku di betlaneya havînê da aliyê dayikên xwe dikin jî mesrefa xwendengeha xwe derdixin.

- "Hetanî nav mijdarê dewam dike"

Emîne Işikaya 65 salî ya ku karê îsotê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 30 sal vî karî dike.

Işikayê destnîşan kir ku ji baza sebzeyan bîberan dikirin û tînin qada lê dixebitin û wiha pê da çû:

"Em havînê dest bi komkirina bîberan dikin û hetanî nava mijdarê vî karî didomînin. Em bîberan ji bazara sebzeyan tînin vê derê. Ji torbeyê bîberan bi 6 lireyî paqij dikin. Paşê em bîberan radixin û ji bo hişk bibin radixin. Dema germahî zêde be di hefteyekê da, dema germahî kêm bibe jî di 15 rojan da bîber hişk dibin. Em paşê bîberan li makîneyê dixin û dibe îsot. Em hem ji xwe ra hem jî ji bo firotinê îsotê çêdikin."

- "Kîloya wê bi 40 lireyî ye"

Aysel Alkana ku karê îsotê dike jî got guh nadin germbûna hewayê tûjbûna îsotê ji bo tevkariyê bidin aboriya malê dixebitin.

Alkanê diyar kir ku ber destê sibê dest bi xebatê dikin û wiha axivî: "Qasî ku ji destê min di nav 4-5 mehan da ez îsotê çêdikim. Karekî hêsan nîne lêbelê çi ji destê min tê ez dikim. Em kîloya wê bi 40 lireyî difroşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın