İbrahim Atmaca
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
ÇANAKKALE
Hat ragihandin ku li Çana navçeya Çanakkaleyê agirê ku bi santrala termîkê ket hat temirandin.
Şaredarê Çanê Abdurrahman Kuzu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji wan ra agahî hat ku li navçeyê di santrala termîkê da teqîn çêbûye.
Kuzu diyar kir, li ser cabdayînê gelek ekîbên AFAD, tenduristî û şaredariyê sewqî cihê bûyerê kirine û wiha dewam kir:
"Pêşiyê ji me ra gotin di santrala termîkê da teqîn çêbûye. Piştî ku ekîbên me çûn cihê bûyerê, em pê hesiyan ku li ser banda komirê şewat derketiye. Ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Çanê agir niha temirandin. Wê dest bi xebatên sarkirinê bikin."
Kuzu got ku du karker bi dû ketine û ew rakirine nexweşxaneyê.