Abdullah Tel
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
TBMM
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Li Reqayê di şûna paqijkirinê da piştgirî dan ku DEAŞî tevlî çekên xwe ji wir derbikevin. Ev mensûbên DEAşê wê li çar aliyê dinyayê kî dizane wê bibe sedema qirqirina kîjan mirovên mesûm."
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê da axivî û sersaxî da kesên xizmên wan di erdheja navbera sînorê Îran-Iraqê da qewimî û ji bo birîndarên wan jî şifa xwest.
Yildirim destnîşan kir ku piştî qewimîna bûyerê ekîbên AFAD û UMKEyê demildest sewqî herêma bûyerê hatin kirin û yên ewil gihîştin herêma bûyerê jî ew bûn.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku tevlî ekîba lêgerîn û xilaskirinê ji bo alîkariya mirovahî, derman, kon û helkirina gelek kêmasiyên din jî ekîp sewqî herêmê kirin û betanî kon û mayên ji bo zivistanê hewce dikin teslîmî mexdûrên erdhejê kirin.
- "Xêra vê ji dostaniya Tirkiye û Amerîkayê ra tuneye"
Di axaftina xwe da Serokwezîr Yildirim bal kişand ser hevdîtina ku di 9ê sermawezê da bi Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence ra kir û got ku di wê civînê da hemû meseleyên hesas ên Tirkiye li serê disekine hatin qisekirin û wiha pê da çû: "Di mijara FETO di serî da, têkiliya DYAyê yên bi PKK/PYD ya rêxistina terorê ra me qise kir û bi heyeta alîkarê Serok ra parve kir. Me careke din dubare kir ku bila Serkêşê FETOyê bê girtin rê li ber hewl xebatên wê bê tengkirin û wî teslîmî welatê me bê kirin."
Serokwezîr Yildirim li rewşa YPGê jî wiha got: "Rêxistina YPG û PYDê ya ku li wir wek şaxa PKKya rêxstina terorê dixebitin mixabin li wir bi navê têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl didin û di heman demê da çekên pêşketî yên bidest dikeve jî di heman demê da dide PKKya apê wê ye û xwe ji vê jî dûr nagire. Ez dixwazim bi awayekî zelal bibêjim ku zêde birêvebirina vê hevkariyê wê zirareke telafiya wê ne mimkun e bide têkiliyên me û me ev yek bi wan ra parve kir."
- "Wê bibin sebebê kuştina mirovên mesûm"
Der barê DEAŞa ku ji Reqayê derket da jî Yildirim got: "Li Reqayê şûna ku DEAŞiyan ji wir paqij bikin, ji bo ku ew bikaribin bi çekên xwe va ji wir derkevin piştgirî dan wan. Ev tê çi meneyê? Me ji Amerîkayê re çi got? Bi rêxistineke terorê va li dijî rêxistineke terorê ya din têkoşîn dayîn ne karê dewletan e, ev kar dûrî aqilan e. Waye encamên wê derdikevin holê. Endamên DEAŞê yên ku ji wir bi çekên xwe va hatin berdan di serî de li Tirkiye wê li Ewropa, Amerîka û her aliyê dinyayê kî dizane wê bibin sedema qetla kîjan însanên bêguneh."