Türkan Tosun
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 16 Sibat 2018
ÎZMIR
Li Zanîngeha Egeyê bi derfetên xwemalî va panela tavê ya organîk hat çêkirin.
Ev panela xwemalî ya ku bihayê çêkirina wê li gor panelên tavê yên din erzan e, zirarê nade hawirdorê jî.
Prof. Dr. Şule Erten Elaya Serokê Makezanista Vejenê ya Enstîtuya Vejena Tavê ya Zanîngeha Egeyê ji nûçegihanê AAyê re got ew 20 sal e li ser teknolojiya 'ji tavê bidestxistina vejenê' dixebite û di rojên dawîn de xebatên nû zêdetir li ser panelên tavê yên organîk tên kirin.
Prof. Dr. Ela got ev panel wê di sala 2020an de li piyasayê bê firotin û der barê sîstema vê panelê de jî agahî da
Ela got ew bi dizayna molekulan va panelê çêdikin ku çiqas tîrêjên tavê hebin bila di hundirê panelê de bên girtin ku ji vejena tavê zêdetir ceyran bê bidestxistin.
Prof. Dr. Elaya ku di sala 2017an de Xelata Teşwîqê ya Zanistê ya TUBÎTAKê hildaye got ev panela organîk bi derfetên xwemalî va tên çêkirin û li ser zemînên cam, cil û bergên wekî çente û şewqe dibe bên bikaranîn.
Ela anî ziman ku ev panelên tavê yên organîk zirarê nadin hawirdorê û bi madeyên nanoyê tên çêkirin û bihayê wan jî li gor yên din erzan e.