İbrahim Atmaca
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bitlîsê welatî bi sedsalan e ku bi rêbazên siruştî va ji tiriyên organîk dimsê çêdikin.
Gundiyên gundê Çalişkanlarê bi usûla zibareyê va ji baxan tiriyan berhev dikin û dibin meydana gund ku lê ocax û qazan danîne.
Gundî li meydana gund tiriyan dixin telîsan, davêjin nava hewz û bi sapokên ku kirine piyê xwe va pêpes dikin û ava wan derdixin. Paşê wê avê berdidin qazanan, xweliya wê ya gewr a ku di çêkirina dimis da tê bikaranîn berdidin navê û demekê li ser agir germ dikin.
Paşê ava tiriyan tê parzûnkirin û berdidin qazanên din û li ser ocaxên ku li meydana gund hatine vêxistin 4 saetan tên qelandin û bi kedikên mezin va tên lihevxistin û dikin dimis.
Dimis bi sedsalan e ku piştî ew qas zehmetiyan tê çêkirin û tu madeyeke din naxin navê. Gundî vî dimsê organîk difroşin navenda bajêr û navçeyan û bajarên der û dorê.
- "Em bi tu awayî rezan derman nakin"
Mixtarê gundê Çalişkanlarê Muhsîn Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi rêbazên ku ji bav û kalên xwe hîn bûne va bi sedsalan e li meydana gund dimis çêdikin.
Kaya diyar kir ku biharê rezên tiriyan tên kesixandin û tê kirin serastkirin, lê ew bi tu awayî derman nakin û wiha dewam kir:
"Li gundê me ji baxan nêzî 100 ton tirî tê. Dema qetandina tiriyan em tiriyên baş û hebên wan mezin diqetînin û difroşin. Em yên mayî berhev dikin û tînin meydana gund, qada dimis. Li vê derê em bi usûla zibareyê tiriyan dixin çewalên telîs û bi sapokan va pêpes dikin û ava wan derdixin. Piştî ku em ava wê derdixin, em axa wê ya taybet berdidinê, li hev dixin û germ dikin. Piştî demekê em parzûn dikin û berdidin qazanan. Nêzî 4 saetan bê navber li ser agir li hev dixin û dikelînin. Piştî ku dibe dimis, em agir ji binî derdixin û dihêlin ku sar bibe."
Kaya diyar kir ku zehmetiya dimsê pir e, lê tehma wê jî xweş e û dahateke baş jê tê.
Kaya destnîşan kir ku ew di çêkirina dimsê da seba paqijiyê baldar in û teqez ew bi piyê tezî torbê tiriyan pêpes nakin û wiha dewam kir, "Xerîdar dikarin bi dilekî rehet dimsê bixwin. Ji ber ku dimsê tiriyan yê heqîqî ye, gelek kes sparîş dikin. Ji ber ku em li gund mozvaniya hingiv jî dikin, em nikarin dermanan bi kar bînin. Dema ku dermanê astengkirina rizînê û dermanê gihîştinê tê bikaranîn, mozên hingiv zirarê dibînin. Em jî ji ber vê yekê bi tu awayî li gundê xwe derman bi kar naynin."
Vahdettîn Yukselê ku ev nîv esr e dimis çêdike jî got ku ew di piçûktiya xwe da li ber destê bavê xwe hînî vî karî bûye.
Yuksel diyar kir ku li gund du cure tirî hene û wiha dewam kir, "Dimsê ku ji tiriyên spî tên çêkirin, dibe weke hingiv. Em piranî bi tiriyên reş va dimis çêdikin. Em baxê xwe derman nakin. Ji ber wê jî dimsê me pir bi tehm e. Me berê pir zêde çêdikir. Vê gavê em kêm çêdikin. Li gundê me rezên 300 salî yên tiriyan hene. Ji wê demê heta niha dimis tê çêkirin."