21 Îlon 2015•Rojanekirin: 21 Îlon 2015
BÎTLÎS
Wezareta Perwerdeya Neteweyî 149 mamoste tayînî Hîzana navçeya Bidlîsê kir.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî Necdet Înan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku 106ê wan mamosteyê biranşê, 43yê wan mamosteyê polê bi tevahî 149 mamoste tayînî navçeya wan bûn.
Înan di daxuyaniya xwe da wiha got: "Ji ber tayînê 139 mamoste ji navçeya me çûn. Di dewsa mamosteyên me yên ku çûn da ew ê mamosteyên teze wezîfeyê bikin. Em ê bê kêmasî dest bi serdema perwerdeyê bikin. Tu xwendingeheke me yê bê mamoste nemîne."