23 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
TBMM
Wezîrê Berê yê Dewletê Kamran Înan wefat kir.
Cenazeyê Înanî sibê piştî kirina nimêja nîvro li mizgefta gundê Xeyda ya navçeya Hîzana Bidlîsê, ê li goristana gund bê veşartin.
Kamran Înan di sala 1929an da li Gundê Gayda (Xeyda) ya navçeya Hîzan a Bidlîsê hatiye dinyayê. Derçûyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê û Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Genevaê ye. Înanê ku li Zanîngeha Genevaê doktoraya hiqûqê xwendiye, li Wezareta Karûbarê Navxweyî da wezîfeya seroktiya daîreyê û di NYê da wezifeya balyoziyê û nûnertiya daîmî kiriye.
Înan di serdemên 17, 18, 19 û 20emîn da ji Bidlîsê û di serdema 21ê da jî ji Wanê weke parlementer hatiye hilbijartin.
Kamran Înanê ku endamtiya Sênatoya Komarê kiriye, herwiha Wezîrtiya Dewletê, Wezîrtiya Enerjî û çavkaniyên Tebîî, Seroktiya Komîsyona Karûbarê Derva yê TBMMyê jî kiriye.
Înan bi zimanên Fransî, Ingilîzî û Îtalî dizanibû.