Ekîbên berfê seferber bûn ku rêyên gundan vekin
Li Hîzana navçeya Bidlîsê ya zivistana wê dijwar derbas dibe, ji bo mexdûrnebûna şêniyên deverên çiyayî, ekîb digel xetereya şepeyê xebata xwe ya di rêyên gundan da didomînin
Bitlis
Li Hîzana navçeya Bidlîsê, ekîbên berfê digel sir û serma û her wiha xetereya şepeyê, xebata xwe ya vekirina rêyên gundan didomînin.
Ekîbên berfê yên Rêveberiya Taybet a Navçeyê ji bo ku welatiyên li gundan bi awayekî ewle di rêyan da biçin, bênavber xebatên xwe yên vekirina rêyên ji ber berf û bagerê hatine girtin, didomînin.
Ekîb digel rîska şepeyê û her wiha sir û seqemê, xebatên xwe dewam dikin. Ekîb ji aliyekî va rê vedikin ku ekîbên tenduristiyê bi hawara nexweşan biçin û ji aliyekî din va jî bi hawara kesên di rêyan da mehsûr dimînin, diçin.
Şiar Gumuşê Midûrê Rêveberiya Taybet a Navçeyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li navçeyê 79 gund û 120 mezra hene û ew di tora rêyan a 810 kîlometre dirêj da xebatên berfê dimeşînin.
Gumuş bal kişand ku ew li 2 şantiyeyan bi 9 wesayît û 16 personelî va xebatên dijî berfê dimeşînin da ku welatî di rêyan da ewle biçin û bên.
Gumuş her wiha destnîşan kir ku li navçeyê rêyên gudan ên raqim 2 hezar û 500 hene û wiha dewam kir:
"Îsal li navçeya me berfa herî zêde ya 10 salên borî bariya. Li gundên me yên raqim 2 hezar û 500î hema hema berfa bi qasî 4-5 metreyî stûr heye. Ji bo welatiyên me mexdûr nebin û çûn û hatin asteng nebe, ekîbên me 7 roj 24 saet li qadê dixebitin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
