İbrahim Atmaca
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
BATMAN
Bendava Ilisuyê û Santrala Hîdroelektrîkê (HES) projeya vîzyonê ya Projeya Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAP) ye. Li gor proyejê di avahiya bendav û HESê da 6 unîte wê werin danîn. Herî dawîn unîteya 5emîn jî ku 460 ton giran e û 8 hezar û 150 mîlîmêtre çapa wê heye, hat bicihkirin.
Bendava Ilisuyê li Tirkiyeyê ji aliyê hecma dagirtinê va bendava herî mezin a 2yemîn, ji aliyê MegaWatê va bendava herî mezin a 4emîn e. Bendav di navbera sînorên Mêrdîn û Şirnexê da li ser Çemê Dîcleyê bendava herî mezin e. Xebatên bendav û HESê ber bi kutabûnê ne.
Di HESê da montoja techîzatên elektromekanîkê girîng û krîtîk e. Ji unîteyan rotora unîteya 5emîn jî peyayî nav statorê kirin.
Pevxistina rotoran di nav 2 mehan da hat temamkirin. Peyakirina rotorê nêzî saetek û nîvî dewam kir û paşê peyayî nava çala statorê ku di nav 4 meh û nîvan da hat amadekirin, kirin.
Unîteya dawîn jî wê di nav meha nîsanê da were bicihkirin û peyakirina rotoran kuta dibe.
Midûrê Herêma 16emîn ê Karên Avê ya Dewletê Alî Nacî Kosali daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Projeya Bendava Ilisuyê û HESê li herêmê ji bo plana pêşketina herêmî ya demdirêj unsûreke bingehîn e ku ji aliyê Midûriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê va hat çêkirin, hew wiha yek ji projeyên girîng ê Projeya GAPê ye jî.
Kosali diyar kir ku di avahiya santralê da peyakirina unîteya 5emîn jî kuta bû û unîteya dawîn jî wê di meha nîsanê da were bicihkirin û avahiya santralê wê kuta bibe.
Kosali wiha dewam kir: "Me xebateke girîng temam kir. Bira ji bo welat û miletê me bi xêr be. Em ê piştî vê qasî derbasî unîteya dawîn bibin. Em ê wê jî di nav 2 mehan da temam bikin."