Haydar Şahin
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
MARDÎN
Beşa 3yan a Tura Biskîletê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî bi beşdariya 160 pêşbazên ji 7 welatî li Mêrdînê hat lidarxistin.
Beşa 3yan a tura bislîketê ya ku bi hevkariya Federasyona Biskîletê ya Tirkiyeyê û Îdareya Pêşketina Herêma GAPê (BKÎ) bi piştgiriya walîtî û şaredariyên bajarê mezin ên Şanliurfa, Mêrdîn û Diyarbekirê hat lidarxistin li pêşiya Salona Sporê ya Artukluyê bi destê Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman hat destpêkirin.

Beriya pêşbaziya tura 3yan Mehmet Zekî Kutluyê Endamê Lijneya Rêveberiya Federasyona Bîslîketê ya Tirkiyeyê ji bo tevkarî û piştgiriya ku da yêlegê Xweşikahiyên Mezopotamyayê ya Tura Biskîletê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî bi diyarî da Yaman.
Onur Turgutê pêşbaz di axaftina xwe da got Mêrdîn bajarekî wisa ye û bi dîroka xwe va derdikeve pêşiyê.
Onur wiha axivî: "Em par jî ji bo pêşbaziyê hatibûn. Etabên din dijwar bûn, germê jî zor da me lêbelê min ji beşa Mêrdînê kêf hilda. Lewra pêşbaziyeke bi lez û bez bû. Ciyê temamkirina beşê jî Mêrdîna berê ya dîrokî bû."
Di çarçoveya bernameya çalakiyên Yekîtiya Bisîkletê ya Navteweyîya 2018an da 12 taximên ji Tirkiye, Azerbeycan, Qazaxistan, Malezya, Îran, Behreyn û Gurcistanê ji herêmên dîrokî ra derbas bûn û rêya Qiziltepe-Nisêbîn-Daraya Bajarê Antîk- Dêra Deyrulzaferanê-Mêrdînê teqîb kirin.
Di organîzasyonê da ewê sibê derbasî beşa 4an bibin û derkevin rêya Diyarbekir-Siwêreg-Şanliurfayê.