19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
ANKARA
Di operasyonên esmanî yên Hêzên Çekdar ên Tirkeyê da ku do li bakurê Iraqê û dorbera Çukurcayê hatin kirin, hedefên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê li ser îstixbaratê li Avaşîn-Basyana li bakurê Iraqê operasyona esmanî hat kirin.
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Esmanî di saet 16.45-16.55an da hedefên rêxistinê îmhe kirin.
Hat ragihandin ku êvarê jî li ser îstixbaratê li dorbera Çukurcayê hedefên rêxistinê hatin îmhekirin.
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Esmanî di saet 19.56-20.21an da hedefên rêxistinê îmhe kirin.