19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
ANKARA (AA)
Walîtiya Enqerê daxuyand, nasnameya terorîstê endamê DEAŞa rêxistina terorê ku li Eryamanê di pevçûnê da mirî hat bidestxistin, eşkere bû ku Ahmet Balik e û di 1992yan da li Edenê hatiye dinê, li ser nifûsa Diyarbekirê ye.
Di daxuyaniya walîtiyê da wiha hat gotin: "Di 19.10.2016 roja çarşemê li taxa Eryamana navçeya Etîmesgutê, hêzên ewlehiyê di saet 03.00î da operasyon birin ser daîreyeke apartmanê û terorîstekî endamê DEAŞa rêxistina terorê kuştî hat bidestxistin. Hat tesbîtkirin ku terorîst di 1992yan da li Edenê bûye li ser nifûsa Diyarbekirê ye û navê wî jî Ahmet Balik e."
Walîtiya Enqereyê wêneyên terorîst ku li texma Anitkabîr û Meclisa berê ku derdikeve keşf û çavdêriyê jî bi raya giştî ra parve kir.