01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê operasyona ser mensûbên PKKya rêxistina terorê berdewam dikin.
Li Sûrê li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê qedexeya derketina derve berdewam dike. Li van taxan di operasyonên ku ekîbên jendirmeyan jî piştgirî didinê de teqemeniyên ku terorîstan li nav bergiriyan, hendekên ku kolan tên îmhakirin.
Hendekên ku ji teqemeniyê hatin paqijkirin bi arîkariya makîneyên kar tên girtin.
Li herêma operasyonê gelek caran dengê teqînê û pevçûnan bilind dibe û ev deng ji navçeya Yenîşehîrê jî tê bihîstin. Ji cihên kontrolê yên bajêr jî fişengên ronîkirinê yên ku tên avêtin tên dîtin.
Terorîstan li Taxa Fatîh Paşayê agir bi hin malan xist.
Ji bo ku sivîl zirarê nebînin operasyon bi hesasiyeteke mezin tên kirin û ketin û derketina navçeyê tê kontrolkirin.