24 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Di lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da li ser îfadedayîna gumanbarên ji rêxistinê der barê 14 eskerên birûtbe û 6 kesên kekê wan bûn da biryara qefaltinê hatibû dayîn û ji bo binçavkirina wan li 10 bajarî operasyona hevdem dest pê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser îfadeya eskerên girtî yên poşman ji bo qefaltina 14 eskerên birûtbe yên ku hê jî wezîfedar in û 6 kesên kekê wan in da biryara binçavkirinê da.
Li ser vê biryarê jî ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxçîtiyê ji bo qefaltina 20 gumanbarî li Stenbel, Bursa, Diyarbekir, Enqere, Gazîantep, Îdir, Mugla, Antalya, Edîrne û Şirnexê dest bi operasyona hevdem kir.