24 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Teza me ya 'herêma ewle ya ji terorê hatiye paqijkirin' heye. Em ji serê ser da vê dibêjin. Heger ev çênebe Gazîentab, Kilîs û Şanliurfa wê tim di talûkeyê da be. Derdê wan çi ye? Dixwazin li bakurê Sûriyeyê dewleteke teze çêkin. Em naxwazin dewleteke wiha çêbe, divê ev baş were zanîn."
"Bi tenê ku em bi hev ra bixebitin dikarin Tirkiyeyê bigihînin tirîlyonen bazirganiya bi derva ra, 2 tirîlyon dahata neteweyî û Tikiyeyê têxin nav 10 aboriyên herî mezin ên dinyayê. Ya rastî di serê kesên ku bi semîmiyet li hedefên 2023yan xweyî derdikevin da karsaz û endamên me yên DEÎKê tên.
"Ji bo êrîşên li ser aboriya Tirkiyeyê tên kirin badilhewa derbikevin tevlî dewletê gelek bar dikeve ser milê we jî. Di vê demê da ew kesên ku veberhênanên xwe, projeyên xwe û hewlên xwe taloq dikin di çavê min da bi wan kesên êrîşî aboriya me dikin ra ew yek in. Ez kifş dikim."
"Îro em çawa li dijî rêxistinên terorê şer dikin em ê li dijî kesên ku êrîşî aboriya me dikin, em mecbur in heman têkoşînê li dijî wan jî bidin. Kesên ku xwediyê sermayê ne lazim e kesên ku ji bo vî weletî canê xwe didan ji xwe re mînak bigrin."
"Gava din dema ez ketim hundir birayekî min got. 'Me 100 milyon dolar hûr kir' Mesele ev e. Dema em veberhênanê bikin wê demê nikarin pişta vî welatî bînin erdê û wê nikaribin bînin jî."
"Divê li vî welatî veberhênan were kirin, çareyeke din tuneye. Heger di şert û mercên dijwar da ev bên kirin welat nayê têkbirin, lê di şert û mercên dijwar da veberhênan neyên kirin Xwedê biparêze, wê hingê welat disekine."
"Hikûmeta me di mijarên efûya sicîl û bacê da gelekî hêsanî ji karsaz, esnaf û hunermendên me ra kirin û ew ê van piştgiriyan bidomîne. Em jî ji karsazên xwe dixwazin ku bira çerxên aboriyê bi lez bikin û hereketê bînin piyaseyê. Lewra sedema herî girîng a pirsgirêkan sekinandin û lihêviyêmayîn e. Ji vî alî va ez dibêjim seferberiya neteweyî. Çaxê ku ez dibêjim seferberiya neteweyî nabêjim 'sîlaha xwe hilde destê xwe derkeve kuçeyan'. Seferberiya neteweyî ev e."
"(Der barê penaberên sûriyî da) Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyeyê ra sozek da: 'Ji 1ê tîrmehê pê va emê 3 milyar ewroyî bidin' Heta niha 677 milyon ewro. Nade min ev pere nakeve nav budçeya min, ev pere bi navbeynkariya UNESCOyê ji Heyva Sor û AFADê ra hatiye ev 677 milyon ewro ye. Ji bo 3 milyar ewroyê soz dabûn. Kanê? Tuneye. Butçeyên vana hasilaya neteweyî ya nesafî ya wan ji ya me gelek gelekî zêdetir e. Çima nayê? Derdekî vana yê wisa tuneye. Derdekî vana yê wek mirovahiyê tuneye. Derdekî vana yê ji bo kesên mezlûm, mexdûr tuneye ew derd bi me ra heye."
"Ji bo penaberan heta niha me 20 milyar dolar pere xerc kiriye. Ev ne reqemeke biçûk e. Ka rojava li ku ye? Ka ew rojavaya dewlemend kî dere yê? Derdekî wan yê wiha heye? Ka mafên mirovan? Kerem bikin bibînîn. Sala 2016an li Behra Egeyê û Behra Spî de 6 hezar mirov mirin. Ka tedbîrên we? Tune. Botan diteqînin û mirov dimirin. Birayên min, ji bo ku ev mirov nemirin, dernekevin rêya mirinê heta niha we çi kir?"
"Bêguman ji ber şehîtan dilê me diêşe, lê ji bo ku ev ax bibe welat pêwîstî bi şehît û xaziyan heye. Şair dibêje 'tişta ku alayê dike ala xwîna li ser e, heger ax cangoriyên wê hebin welat e'. Em bi saya vê hatin vir. Ev 780 hezar û kîlomêtroqere hewa wisa ji me ra nehat bexşandin. Heger em li 10 salên beriya damezirandina komarê binihêrin, di nav 10 salan da em ji 2-3 milyon kîlomêtroqereyê daketin 780 hezar kîlomêtroqereyî. Sewrê dan ber me û em bi Lozanê razî bûn. Ma qey em layiqî vê bûn? Bifikirin di sedsalên 17 û 18emîn da em dewleta yekemîn in û ji wir em daketin vê baqiyeyê."
"Di rojên piştî hewla derbeyê ya 15 Tîrmehê da heke welatiyên me 12 milyar dolar hûr nekira û li aboriya xwe xwedî derneketa wê heman lîstik li wir bileyîstina. Lê ev milet miletekî ji rêzê nîne. Demildest bersiva bangewaziya me da û çi wî hebû derxist bazarê. Em divê li hemberî wê tevgera ku di rojên dawîn da di kurên dowîzê da pêk tên wek ku li hemberî 15 Tîrmehê em tevlî gelê xwe dijî wan êrîşan sekinîn, em mecbûr in ku tewdîrên bibiryar bidin. Ez ji ber vê hindê dibêjim veberhênanê bikin. Ez dibêjim lireyê tirk bi kar bînin, hilberînê, îxracê û îstixdamê bikin. Lewra dermanê wê jehra ku dixwazin li me xin ev e."
"Sîstema hesabkirina neteweyî ya me ya aboriyê li gor sistema hesabê Ewropayê hat revîzekirin. Ji bo ku rastî bê zanîn ez li vê derê vê eşkere dikim. Di vê çarçoveyê da nîşanên halêhazir ên aboriyê yên berê jî hatin serastkirin û ji nû va hat weşandin. Bi rêzika teze va dahata me ya ku li gor hesabê berê 800 milyar dolar xanê dikir nika 949 milyar dolar xanê dike, dahata serê merivekî ya neteweyî ji 10 hezar û 800 dolarî derkete 12 hezar û 500 dolarî. Ez vê li vê derê wiha eşkere dikim. Bi heman awayî rêjeya mezinbûnê ya ji 2003yan şûnda ji sedî 4,7 bû nika bû ji sedî 5,9. Li gor van daneyan, dahata neteweyî ya Tirkiye di nav welatên ku dahata wan ji 100 milyar dolarî zêdetir e da di navbera salên 2010-2015an da ji hêla mezinbûnê va piştî Qatar û Çînê di rêza 3yan da cî digre. Ya rastî li gor vî hesabî di sala 2013an da di rêza ewil da cî digre. Bi hesabê teze va çaxê ku hemû welatan tevlî lîsteyê dikin Tirkiye di mijara mezinbûnê da ji rêza 51ê gihîşte rêza 12an.