20 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
WAN
Li hemberî PKKya rêxistina terorê ya ku ji bo xirabkirina ewlehî û aramiya welêt hewl dide û di demên dawî da partiyên siyasî û siyasetmedaran jî hedef digire, bertek hat nîşandan.
Nûnerên partiyên siyasî, êrîşên terorê yên ev çend salin li Wan, Bitlîs û Mûşa bajarên li herêma rojhilatê dewam dike, şermezar kirin.
Burhan Kayaturkê Parlementerê AK Partiyê yê Wanê got ku rêxistina terorê ji bo li pêşiya gel û welatên Ewropayê nekeve zorê hewl dide ku êrîşê siyasetmedaran bike. Kayaturk got ku rêxistina terorê ji bo êrîşî siyasetmedaran bike li rêyan digere û wiha dewam kir:
"Êrîşên ku nikarin bi eşkereyî bikin bi hincetan dikin dibêjin 'ew gundparêz bû', 'bi dewletê ra hevkarî dikir'. Tenê birayê me Ahmet Bûdak nehat kuştin. Berî vê gelek siyasetmedarên me hatin kuştin, êrîşê gelek siyasetmedarên me kirin, ji wan gelek birîndar bûn, gelek jî hatin revandin. Ji AK Partiyê aciz dibin, ji ber ku AK Partî bi welatiyên me ra tê bal hev aciz dibin, dikevin nav fikaran."
- "Dixwazin hemû mafên me asteng bikin"
Serokê Wilayeta Wanê yê AK Partiyê Zahir Soganda diyar kir ku rêxistina terorê dibêje ez ji bo heqê kurdan derketime, lê di destê biyaniyan da bûye maşik û wiha dewam kir: "Em kurd in û dixwazin li ser vê axê siyaset bikin, lê Rêxistina terorê naxwaze em siyasetê bikin. Nahêle em zarokên xwe bidin xwendin û dibistanan dişewitîne. Rê dibire, xendekan dikole û hemû mafên me asteng dike."
- "PKK tundiyê derdixe"
Serokê Wîlayeta Wanê yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Rasim Saygin diyar kir ku rêxistina terorê êrîşên xwe yên ku zirarê dide kesên sivîl û kesên ku siyasetê dikin, zêde kiriye û wiha xeberda: "Armanca rêxistina terorê ew e ku gelê herêmê bitirsîne û siyasetmedaran bêdeng bike. Di ciyê siyasetê da dixwaze tundî û tevliheviyê derxe."
- "Emê li herêmê siyaseta xwe bidomînin"
Serokê Wîlayeta Wanê yê MHPê Salih Gungoralp jî destnîşan kir ku siyasetmeder her tim ji bo rêxistinên terorê hedef in û wiha pê da çû: "Teror siyasetmedaran ji xwe re bike hedef nagihîje armanca xwe. Ji ber vê jî em tu car fersendê nadin terorê. Emê li herêmê siyesa xwe bidomînin".
Serokê Wîlayeta Bitlîsê yê AK Partiyê Nesrûllah Tanglay jî got ku êrîşên li ser siyasetmedaran tên kirin bi tu awayî nayên qebûlkirin û wiha dewam kir: "Ew kesên ku qala azadî û demokrasiyê dikin ji xeynî xwe tu kesî naxwazin û çav ditirsînin. Ev polîtîkaya çavtirsandinê ye. Ne mimkune ku em vê bibînin û bitirsin."
Serokê Wîlayeta Bitlîsê yê CHPê Metîn Guzelkaya jî got: "Siyasetmedar nûnerên xelqê ne. Êrîşa ku li ser wan bê kirin rasterast weke ku li ser xelqê hatibe kirine. Em vê yekê erê nakin."
Serokê Wîlayeta Mûşê yê AK Partiyê Namik Ergun jî kuştina Ahmet Budak bi bîr xist û wiha got: "Ez vê êrîşa nemerd şermezar dikim. Êrîşên rêxistina terorê PKKê ya li hember siyasetmedaran wek hemû xeletiyên wê bûye xeletiyeke din."
Serokê Wîlayeta Mûşê yê CHP Îsmaîl Adanur jî got ku kuştin ne çareseriye û wiha axivî: "Mirov mafên xwe yên demokratîk ancax divê di sandoqê de nîşan bidin. Kuştin ne çareseriye. Hemû pirsgirêk divê bi rêya demokratîk û aştiyane bên çareserkirin. Ji kîjan partiyê dibe bila bibe ez êrîşa ku ji hêla rêxistina terorê ve tê kirin xelet dibînim."
Serokê Wîlayeta Mûşê yê MHPê Şukru Demir jî anî ziman ku êrîşên li hember siyasetmedaran xêncî ku zirarê bide welêt tiştekî din nake û divê hemû patiyên siyasî li ser vê mijarê hesas bin.