30 Tebax 2018•Rojanekirin: 31 Tebax 2018
HATAY
Konvoya eskerî ya Artêşa Tirkiyeyê wekî teqwiye bo yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê hat şandin, gihîşt Hatayê.
Yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê yên ku di çarçoveya Opertasyona Çiqlê Zeytûnê li Hatayê bûn serê sibê ber bi îstiqameta sînorê Sûriyeyê va hereket kirin.
Hat ragihandin ku wesayîtên ku di nav tevdîrên ewlehiyê de birin ji bo yekîneyên li sînorê Îdlibê wekî teqwiye hatine şandin.
Ji aliyê din va komandoyên yekîneyên hidûd bi wesayîtên bizirx li xeta sînor heta evarê bênavber derdikevin dewriyeyê.