Abdel Ra'ouf D. A. R. Arnaout,Esat Fırat
11 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2024
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 14 eskerên wan birîndar bûn.
Li gorî daneyên li ser malpera artêşa Îsraîlê, ji 7ê Cotmehê vir va hejmara efser û eskerên birîndar bûn derket 2 hezar û 496an.
Li gorî vê, di 24 saetên dawîn da 39 jê giran, 266 normal û 105 jî sivîk tevahî 410 eskerên birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ji 7ê Cotmehê vir va ku êrîşên dijî Xeta Xezeyê dest pê kirin, 186 jê di pevçûnên bejayî da tevahî 520 eskerên wan hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê tenê hejmara wan eskerên ku malbatên wan destûrê didin navên wan bên gotin eşkere dike.