Gülşen Topçu
11 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2024
Artêşa Îsraîlê li Xezeyê 2 rojnamegerên din jî kuşt û di erişen ji 7ê Cotmehe vir va tên kirin da hejmara rojnamegerên ku hatin kuştin derket 117an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Ragihandinê ya girêdayî Hikûmeta li Xezeyê da hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê da Fuad Ebû Hammaş û Mihemed es-Selasî hatin kuştin.
Hat gotin hejmara rojnamegerên di erişen ku ji 7ê Cotmehe vir va tên kirin da hatin kuştin derket 117an.
Der barê mijara rojnameger li ku û bi çi awayî hatin kuştin da agahî nehat parvekirin.