Tirkiye

Wezîrê Parastina Neteweyî Guler: "Li ser sînorê Iraqê xeta ewle ya 30 kîlometreyî hatiye pêkanîn"

"Xeta ewle ya 30 kîlometreyî ji xwe hatiye pêkanîn. Lêbelê hin karên din jî hene ku divê em li wir bikin û em li ser wan dixebitin. Li Iraqê xeta ewle ya 30 kîlometreyî, verastkirina vê yekê pêk hatiye"

Aykut Yılmaz  | 17.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
Wezîrê Parastina Neteweyî Guler: "Li ser sînorê Iraqê xeta ewle ya 30 kîlometreyî hatiye pêkanîn"

TBMM

 Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler got, "Xeta ewle ya 30 kîlometreyî ji xwe hatiye pêkanîn. Lêbelê hin karên din jî hene ku divê em li wir bikin û em li ser wan dixebitin. Li Iraqê xeta ewle ya 30 kîlometreyî, verastkirina vê yekê pêk hatiye."

Guler berî Komcivîna AK Partiyê ya Meclisê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Guler bal kişand ku di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da fealiyet berdewam in û wiha got, "Me plansaziyên xwe kirine û xebat berdewam in. Serokomarê me duşemê li Iraqê ye... Piştî bi salên dûrûdirêj em ê peymaneke evçend stratejîk îmze bikin. Dostên me yên Iraqî ji bo PKKyê ku herçiqas negotin 'rêxistina terorê' jî, lê cara ewil îfadeyeke nêzîkî wê qebûl kirin."

Li ser pirsa, di ziyareta Iraqê da Hewlêr jî heye yan na, Guler got ku haya wî bi ziyareta Iraqê heye.

Li ser pirsa rojnamegerekî ya "Xeta ewle dê were pêkanîn? Di vê ziyaretê da gelo wê were pêkanîn?", Guler wiha bersiv da:

"Xeta ewle ya 30 kîlometreyî ji xwe hatiye pêkanîn. Lêbelê hin karên din jî hene ku divê em li wir bikin û em li ser wan dixebitin. Li Iraqê xeta ewle ya 30 kîlometreyî, verastkirina vê yekê pêk hatiye."

Rojnamegerekî din jî xwest ku Wezîr, behsa hûrgiliyên karên ku divê bên kirin, bike û li ser vê yekê Guler wiha got, "De em dibêjin 'Qendîl heye Gare heye', ma em bi wan ra mijûl nebin?"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın