Haydar Şahin
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
AGRI/KARS
Çend roj man ji Eyda Qurbanê ra û ji Herêma Rojhilatê Anadoluyê heywanan dişînin bajarên din, ji ber vê jî li bazara heywanan qerebalixî heye.
Ji vir çend roj şûnda Eyda Qurbanê ye, li bazarên heywanan ên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ku ji bo heywandariyê navend e qerebalixî heye.
Heywandar û cotkar tên meydana heywanan, bazariyeke zor dikin û ji bo qurbanê heywaneke bi dilê xwe distînin û ji bazarê vedigerin.
Li Agirî û Qersa ji bo heywandariyê welêt girîng in sewqiyata heywanên ji bo qurbanê dewam dike, ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanan wezîfeya xwe dikin û kontrolan didomînin.
Midûrê Çandinî û Daristanan a Agiriyê Kenan Engîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku qerebalixiya qurbanê dewam dike.
Engîn diyar kir ku sewqiyata heywanên qurbanê dewam dike û wiha pê da çû:
"Hetanî vê gavê 22 hezar serî dewar û 120 hezar pez ji bo qurbanê hatin sewqkirin. Hê jî qerebalixî dewam dike. Sala par 25 hezar serî dewar û 150 hezar pez hatibûn sewqkirin. Îsal dibe ku hejmara pêz negihêje 150 hezarî lêbelê dîsa kêmzêde 25 hezar serî dewar ew ê werin çandin. Heywandarên bajarê me bi taybetî giraniya xwe dan ser qurbanan û ji bo wê amadehiyên xwe kirin. Ya rastî dahateke mezin ew ê were bajarê me.
Engîn bal kişand ku li borseya heywanan jî qerebalixî dewam dike, welatî ji bo ji xwe ra qurbanan bistînin eleqeyeke mezin nîşanî borseyê didin.
- Bazarî zor derbas dibin
Mehmet Şîrîn Yildirim heywandarê ku bazariya congeyê xwe dikin got ku bazarî zehf zor derbas dibe û wiha axivî: "Ez nikarim bi bihayê ku mişteriyê min da congeyê min bidim. Bihayê conge 12 hezar û 500 lire ye, ew radibe dibêje 10 hezar. Ez bi 11 hezarî jî nadim ew jî qame dernakeve. Dixwaze ez zirar bikim. Ez bi wî bihayî nadim. Ji 12 hezaran nayêm xwarê.
- Qers
Li bazara heywanan a Qersê jî qerebalixiyeke mezin heye.
Heywandar ber destê sibê heywanên xwe tînin bazarê, bi nêzbûna Eyda Qurbanê va eleqeya li bazarê zêde dibe.
Heywandar naxwazin heywanên xwe erzan bifroşin, welatî jî dibêjin bihayê wan zehf zêde ye ji ber vê bazariyeke zor tê kirin. Dema herdu alî li hev nekin jî welatiyên li wê derê dikevin navberê û bazara wan çêdikin.