15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
MEDÎNE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ziyaretên xwe yên fermî yên li Qeterê temam kirin û bi "TUR"a balafira taybet hat Medîneyê.
Rayedaran li Balafirgeha Prens Mihemmed bin Evdilezîz pêşwazî li Serokomar Erdogan kir.
Erdogan û heyeta pê ra wê qebra Hezretî Mihemed a Mescid-a Nebewiya li Medîneyê ziyaret bikin.
Serokomar Erdogan digel xanima xwe Emîne Erdogan, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî tevî Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan hat Medîneyê.