Abdullah Tel
20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2018
ADIYAMAN
Endamên Serokatiya Federasyona Rojnamegerên Tirkiyeyê derketin serê Çiyayê Nemrûdê ku li Kextaya navçeya Adiyamanê ye.
Çiyayê Nemrûdê di "Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê" ya UNESCOyê da cih digire. Di nav deverên ku temaşekirina rojhilkişîn û rojavabûnê lê xweş dikin da ji cihên sereke yek e.

Bi mazûvaniya Cemiyeta Rojnamegerên Çalak ên Adiyamanê va di navbera 19-22yê tîrmehê da 57 emîn Civîna Konseya Serokan a Serokatiya Federasyona Rojnamegerên Tirkiyeyê tê kirin û serokên cemiyetên rojnamegeran ên bi vê armancê hatibûn bajêr derketin Çiyayê Nemrûdê.

Di ziyaretê da 60 jê serokên cemiyetên rojnamegeran tevlî endaman komeke ji 150 kesî pêk dihat derketin çiyê.
Hemû rojnameger ji hêla Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Mustafa Ekîcî va hatin pêşwazîkirin û piştî agahdarkirinê jî wan dest bi gerê kir.
Ekîcî li vê derê axivî û diyar kir ku îsal hejmara kesên ji bo Çiyayê Nemrûdê bibînin hatin bajêr gelek zêde bû û îsal heta niha 14 hezar jê biyanî 45 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kirin.
Ekîcî got ku hêvîya wan ewe hejmara tûrîstan di mehên cotmeh û sermawezê da zêde bibe û ev reqam îsal ji 100 hezarî derbas bibe.
Endamên çapemeniyê ku derketin serê Çiyayê Nemrûdê li derketina rojê mêze kirin, wêne kişandin û paşê jî Arsemîa, Kelha Kextayê ya Berê, Pireya Cendereyê û Girikê Karakuşê ziyaret kirin.