20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Tîma Fitbolê ya Neteweyî di Grûba Dyê ya Şampiyonaya Ewropayê ya 2016ê (EURO) ku li Fransayê tê lidarxistin da dê sibê bi Komara Çekê ra bilîze û bi vê pêşbirkê va dê bibe cara 540emîn ku Tirkiye derdikeve sahayê.
Tîma Fitbolê ya Neteweyî di 93 sal dîroka xwe da jê 282 fermî, 257 taybet bi tevahî 539 maç li dû xwe hiştin. Ji van 203 xalibiyet, 213 mexlubiyet û 123 jî beramber ne.
Ekîba sor û spî 231 maç li deplasmanê, 230 maç li mala xwe, 78 jî li sehayên bêalî lîst û bi tevahî 708 gol avêtin û 787 gol jî xwarin.
Tîma Fitbolê ya Neteweyî heya niha bi tîmên neteweyî yên 86 welatên cuda ra lîst. Tîma Fitbolê ya Neteweyî ji 539 pêşbirkan 461 jê bi Ewropayiyan, 30 jê bi Asyayiyan, 23 jê bi Amerîkayiyan, 22 jê bi Efrîqiyan û 3 jê jî bi nûnerên parzemîna Okyanûsyayê ra lîst.
- Digel Terîm azmûna neteweyî ya 126emîn
Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya ku dê sibê di Grûba Dyê ya EURO 2016ê da were hemberî tîma Komara Çekê, dê di bin rêveberiya dîrektorê teknîkê Fatîh Terîm da derkeve pêşbirka xwe ya 126emîn.
Tîma Fitbolê ya Neteweyî di 125 maçin xwe yên di rêveberiya Fatîh Terîm da yek jê bihikum 65 xalibiyet bi dest xistin û 31 carî mexlûb bûn, 29 carî jî beraber man.