12 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
ELAZIG
Li Elazigê 57 qesab dema qurbanê şerjê û yan jî perçe dikirin birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Di roja ewil a Eyda Qurbanê da hin welatiyên ku xwestin qurbanên xwe şerjê bikin bûn qurbana ecemîtiya xwe.
Li Elazigê 57 kesên ku her yek ji wan ji dereke xwe birîndar bûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Elazigê û Nexweşxaneya Zanîngeha Feratê jî di nav da çûn servîsên bilez ên nexweşxaneyên bajêr.
Qesabên ecemî yan bi wesayîtên taybet û yan jî bi ambûlansan hatin nexweşxaneyê û birînên piraniyên wan demildest hatin dermankirin û piştî pêçandina birînan qesabên ecemî ji nexweşxaneyê veqetiyan.