13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
SAKARYA
Li Walîtiya Sakaryayê ji bo Qaymeqam Muhammed Fatîh Safîturkê (35) ku di êrîşa terorîstên PKKyî yê ser Qaymeqamtiya Dêrika Mêrdînê ya bi teqemeniyên bidestçêkirî de birîndar bû û li Gazîentabê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd ket merasim hat kirin.
Piştî ku li mala wî ya li Taxa Cumhuriyetê dia hat kirin û helalî hat xwestin cenazeyê Safîturk birin Walîtiya Sakaryayê.
Digel malbat û xizmên wî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Zanistî Teknolijî û Pîşesaziyê Faruk Ozlu, Fermandarê Giştî yê Jendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, Waliyê Sakaryayê Huseyîn Avnî Coş, Waliyê Kocaeliyê Hasan Basrî Guzeloglu, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, Waliya Yalovayê Tugba Yilmaz, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Selamî Altinok, Serokê Şaredariya Mezin ê Sakaryayê Zekî Topçuoglu, rayedarên eskerî, polês û welatî beşdarî merasima vir bûn.
Di merasimê de ji bo rêzgirtinê ji piya sekinîn û kurtejiyana şehîd Safîturk hat xwendin.
Waliyê Mêrdînê Yaman di axaftina xwe de got ku yek ji axaftinên herî dijwar ên di jiyana pîşeya xwe de dike.
- "Mirovek jî nikare bibêje ku 'dilê min şikand'"
Yaman diyar kir ku şehîd Safîturk kesekî gelekî hêja û jîrek bû û wiha axivî: "Dêrik di nav mehekî dawînd e gelekî pêş ket. Di têkoşîna dijî terorê de yek ji hempîşeyên me yên ku serî dikişand bû. Di têkoşîna dijî PKKê de xebatên gelekî girîng dikir."
Di vê navberê de xanima şehîd Ayşegul Safîturk xwe avêt ser tabûta wî û got ku "Evîna min şehadet çiqas li te hat. Qaymeqamek şehîd biketa divê ew tu bûyayî. Tu kes nikare bibêje 'dilê min şikand' Bila yek bê willeh û billeh tune."
- Bavê wî nimêja cenazeyê da kirin
Nimêja cenazeyê ya Safîturk li Mizgefta Navend a Osmanli ya Taxa Cumhuriyetê ya li Arîfiyeyê di esrê de hat kirin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim jî beşdarî merasimê bûn.
Serokomar Erdogan piştî nimêja êvarê çû ba Ayşegul Safîturka xanima şehîd û sersaxî dayê û demek pê re sohbet kir.
Asim Safîturkê bavê Qaymeqamê Şehîd nimêja cenazeyê da kirin.
Piştî nimêja cenazeyê Erodgan û Yildirim jî mil dan tabûta Qaymeqam Safîturk.
Cenazeya Safîturk bi tekbîran danîn wesayîta cenazeyê û cenazeyê wî li goristana li Taxa Cumhuriyetê hat definkirin.
Serokomar Erdogan di dema definkirinê de Qur'ana Pîroz xwend.